Li Kerkûkê qezayek çêbû, 6 kes mirin

Berdevkê Tenduristiya Kerkûkê ragihand ku li Kerkûkê qezayeke trafîkê çêbû, heta niha 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 16 kes jî birîndar bûne.

Li Kerkûkê qezayek çêbû, 6 kes mirin
26 nîsan, 2026   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, di saetên êvarî de li ser rêya du xetan a Silêmanî-Kerkûkê li taxa Derwaze ya Kerkûkê wesayîteke barhilgir ji kontrolê derket û li nêzîkî 40 wesayîtî qelibî.

Berdevkê Tenduristiya Kerkûkê Saman Yabe ji Rojnewsê re axivî û got, “Di bûyerê de heta niha 6 kes jiyana xwe ji dest daye û 16 kes jî birînar bûne."