Di Lûtkeya Dohayê de daxwaza bersivandina êrişên Îsraîlê

Li paytexta Qeterê, Doha, bi beşdariya serokên 57 welatan, Lûtkeyeke Awarte ya Ereb-Îslamî pêk hat. Beşdaran êrişa Îsraîlê ya li ser paytexta Qeterê şermezar kirin û teqez kirin ku ev êriş gefê li ser têgeha navbeynkariyê dixwe û hêviyên aştiyê têk dibe. Her wiha beşdaran daxwaza bersivandineke kolektîf û gavên pratîkî li hember êrişên Îsraîlê kirin da ku aramiya herêmî biparêzin.

Di Lûtkeya Dohayê de daxwaza bersivandina êrişên Îsraîlê
15 îlon, 2025   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna awarte ya Ereb-Îslamî li paytexta Qeterê, Doha, bi beşdariya fermandar û serokên 57 welatan dest pê kir. 

Civîn bi armanca nîqaşkirina bersivandineke tund li ser êrişa Îsraîlê ya li dijî Dohayê hate lidarxistin.

Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî “êriş wekî kiryarekî terorîstî ya tirsonek” û li dijî rola welatê wî wek navbeynkarê bidawîkirina şerê Xezayê wesifand. El Sanî destnîşan kir ku Îsraîl danûstandinan wekî “taktîkên şer” bi kar tîne ji bo ku hegemonya xwe firehtir bike.

Serokkomarê Lubnanê Jozêf Ewn jî diyar kir ku, êriş ne li dijî kesan bû lê belê li dijî navbeynkariyê û diyalogê bû. Serokkomarê Misirê jî Ebdulfetah El Sîsî bang kir ku li hember “reftariya tevlihev a Îsraîlê” bê sekinandin. El Sîsî hişyarî da ku Îsraîl, ewlehiyê pêk nayne. Serokê Filistînê Mehmûd Ebaas bang li civaka navneteweyî kir ku hesabê ji Îsraîlê bipirsin û “şerê qirkirinê û koçberiyê” rawestînin.

Kiralê Urdunê Ebdullah El Sanî êriş, bi “geşedaneke xetere” wesifand û diyar kir ku welatê wî bi Qeterê re ye. Serokê îranî Mesûd Pezeşîkyan got Îsraîl bi hiceta xweparastinê, êrişên xwe didomîne û diyar kir ku durutiya Qanûna Navneteweyî rê dide Îsraîlê êrişên xwe bidomîne. Pezeşîkyan got Îsraîl “sûcên etnîkî” dike û divê dewletên ereb û îslamî li hember Îsraîlê bibin yek.

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Xeyt êriş wekî "hemû sînoran derbas dike" nirxand û daxwaza bidawîanîna bêdengiya navneteweyî kir. Di heman demê de, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî Hisên Îbrahîm Taha piştgiriya mafê filistîniyan ji bo avakirina dewleta xwe dubare kir.

(ac/şx)