Amerîka di rahênanên Rûsya û Belarûsyayê de hazir bû

Di vê dawiyê de tevgerên leşkerî yên cuda yên DYA û hevalbendên wê hebûn. Amerîka di rahênanên li nêzî sînorên NATO bi Rûsyayê û Belarûsyayê re de hebû. Lê li hin cihên din ên stratejîk mîna Greenlandê, Amerîka nehazir bû.

Amerîka di rahênanên Rûsya û Belarûsyayê de hazir bû
15 îlon, 2025   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgerên leşkerî yên dawîn ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û hevalbendên wê cuda bûn vê carê. Rayedarên amerîkî tev li rahênanên leşkerî yên Zapad-2025 yên Rûsya-Belarûsyayê bûn ku li nêzî sînorên NATO`yê hatin lidarxistin. Ev gav, nîşan dide ku Washington, rahênanên li nêzî herêmên hesas ên rojhilatê Ewropayê dişopîne.

Lê li aliyekî din DYA`yê tev li rahênanên Arctic Light 2025 ên li Greenlandê nebû ku wezîrên parastinê yên Danmarkê, Iceland û Nerwêcê û zêdetirî 500 leşker ji dewletên NATO`yê, tê de hazir bûn.

Li gel nebûna Amerîka di rahênanên Greenlandê de, li ser parastina gravê nîqaşên dîplomatîk hene. Hevalbendên eworpî destnîşan dikin ku divê hebûna leşkerî li herêma qutuba bakur û bakurê NATO`yê were xurtkirin.

(şx)