Li Himsê ciwanekî elewî hate qetilkirin

Hate ragihandin ku li gundewarê Himsê ciwanekî elewî ji aliyê çekdarên girêdayî hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hate qetilkirin.

Li Himsê ciwanekî elewî hate qetilkirin
15 îlon, 2025   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên girêdayî hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê li ciwanekî elewî yê ji gundê Leftaya yê Himsê dane heta ku qetil kirine.

SOHR`ê aşkera kir ku çekdaran mêjiya ciwanê elewî pelçiqandiye û tenê ji ber ku ew elewî ye, wisa hatiye qetilkirin.

Bi vê daneyê re hejmara qurbaniyên “bûyerên heyfhilanînê û qetilkirinê” derket hezar û 27 kesan. Di nav de 975 mêr, 32 jin û 21 zarok hene.

(şx)