Di lehiyên li Serhedê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê lehî rabûn. Di lehiya li Qereyaziyê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Di lehiyên li Serhedê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da
10 tîrmeh 2024   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gundên navçeyên Tatos, Qereyazî û Xorasanê yên Erziromê û li navçeyên Zêtka û Bazîdê yên Agiriyê ji ber barana zêde lehî rabûn.

Li gundên Hecîcergo, Merxok, Şem, Qilêçî û Melemihemed yên bi ser navçeya Tatosê ve, ji ber barana zêde lehî rabûn. Bendava nêzî gundên Hecîcergo û Merxokê ji ber lehiyê teqiya û gund di bin avê de man. Di encama lehiyê de xesar gihîşt mal û axûrên gundiyan. Gundiyan diyar kir ku gelek heywanên wan telef bûne.

Li gundê Sukanokê ya bi ser navçeya Qereyaziyê ve jî lehî rabû. Yakup Eren (23) ku li ber pez bû, bi lehiyê re çû û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eren li gundê Çello yê navçeya Dutaxê ya Agiriyê hat dîtin. Hat diyarkirin ku cenaze nêzî 40 kîlometre bi lehiyê re çûye. Cenazeyê Eren rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê.

Li hin gundên bi ser navçeya Xoresanê jî lehî rabû û li gundê Kadicelal 12 dewar bi lehiyê re çûn û mirin. Lehiyê xesar gihand zeviyên çandiniyê, mal û axûrên welatiyan.

Li hin gundên bi ser navçeya Zêtka û Bazîdê ve jî ji ber barana zêde di bin lehiyê de man. Li gundê Avxark ê bi ser navçeya Zêtka ve ji ber lehiyê xesar gihîşt mal, axûr, rê û zeviyên çandiniyê.