Li kantona Cizîrê û Kobanê tecrîd hate şermezarkirin

Şêniyên Til Hemîsê yê kantona Cizîrê û bajarokê Şêran ê kantona Firatê Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û gotin ew dev ji Rêber Abdullah Ocalan bernadin û tecrîdê qebûl nakin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kirin ku li dijî dewleta Tirk tedbîreke cidî bigire.

Li kantona Cizîrê û Kobanê tecrîd hate şermezarkirin
Li kantona Cizîrê û Kobanê tecrîd hate şermezarkirin
Li kantona Cizîrê û Kobanê tecrîd hate şermezarkirin
Li kantona Cizîrê û Kobanê tecrîd hate şermezarkirin
Li kantona Cizîrê û Kobanê tecrîd hate şermezarkirin
Li kantona Cizîrê û Kobanê tecrîd hate şermezarkirin
Li kantona Cizîrê û Kobanê tecrîd hate şermezarkirin
Li kantona Cizîrê û Kobanê tecrîd hate şermezarkirin
Li kantona Cizîrê û Kobanê tecrîd hate şermezarkirin
10 tîrmeh 2024   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçovaya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Adullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de gel li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê û bajarokê Şêran ê kantona Firatê daket qadan.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê û bajarê Kobanê yê kantona Firatê gel daket qadan û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên ereb li pêşiya navenda Trafîkê ya rojhilatê bajarê Til Hemîsê kom bûn û li dijî tecrîdê meşiyan.

Li pêşiya Dozgeriya Giştî ya bajêr, mitingek hate lidarxistin. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayif axivî û got: "Sûcên hikumeta Erdogan ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî mîsaqên Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirovan in. Ji vir diyar dibe ku ew rêxistin û dewletên kapîtalîst, bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar in."

Piştre Şêx Newaf Ferhan El Taî bi navê Qebîleya Tay a erebî axivî û got: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan ê rêya biratiya gelan xêz kir û hezkirin û wekhevî belav kir, êlên herêmê yên kurd û ereb û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtî ne."

Endama Kongra Star a bajêr, Mawiye El Hedîd jî diyar kir ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan jin ji hikumetên desthilatdar rizgar bûye, zihniyeta baviksalariyê têk bir û di tevahî qadan de bû pêşeng.

KOBANÊ

Li bajarokê Şêran ê kantona Firatê gel ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan meşiya.

Meşê ji pêşiya Meclisa Şêranê heta navenda Kongra Starê dewam kir. Di meşê de dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan" hatin berzkirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêranê Bedîa Miho di çalakiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk û hevalbendên wê dixwazin bi rêya vê tecrîdê aloziya li Rojhilata Navîn dirêj bikin. Lê ew kilîta çareseriyê ye.”

Meş bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ANHA

TIL HEMIS