Di hilweşîna banekê li Helebê de 2 kes mirin, 3 jî birîndar bûn

Gerînendetiya Awarte û Rêveberiya Karesatan diyar kir ku di hilweşîna banekê li herêma Şiqeyêf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.

Di hilweşîna banekê li Helebê de 2 kes mirin, 3 jî birîndar bûn
Di hilweşîna banekê li Helebê de 2 kes mirin, 3 jî birîndar bûn
25 hezîran, 2026   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Gerînendetiya Awarte û Rêveberiya Karesatan a Helebê îro di hilweşîna bana depoyekê li herêma Şiqeyêf ê bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî birîndar bûn. Gerînendetiyê da zanîn ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne.

Vê sibehê, di dema sererastkirinê de bana depoyekê li herêma Şiqeyêf hilweşiya. Tîmên Parastina Sivîl û Awarte berê xwe da cihê bûyerê.

(fr)