Hemwextî vegerê çekdarên li Serêkaniyê gefan li koçberan dixwin

Hemwextî destpêkirina amadekariyên vegerê re çekdarên li bajarê Serêkaniyê gefan li koçberan dixwazin vegerin dixwin.

Hemwextî vegerê çekdarên li Serêkaniyê gefan li koçberan dixwin
25 hezîran, 2026   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser malperên medyayan dîmenek hat belavkirin ku çekdarên li hundirê bajarê Serêkaniyê gefan li dijî koçberên dixwazin vegerin dixwin. Ev gef û belavkirina vê dîmenê hemwextî axaftina destpêkirina amadekariyên vegera koçberan bo herêmên xwe hatin kirin.

Di dîmen de, çekdarên ji derveyî herêmê li qadeke giştî ya naverasta Serêkaniyê kom bûne û gefên li xelkê bajêr ên koçber dixwin. Ev yek ji bo vegera koçberan û aramiya rewşên ewlehiyê metirsiyan çêdikin.

Di demekê de bangên amadekirina şert û mercên guncaw ên vegera koçberên Serêkaniyê bo warên wan tên kirin, misogeriya ewlehî û selametiya wan, digel banga çek di destê aliyên fermî de bin û diyardeyên belavbûna çekdaran bi dawî bibin, ev gef tên xwarin.

(fr)