Bîlançoya mirinên erdhejên Venezuelayê derket 164 kesan

Li Venezuelayê 2 erdhejên bi 7,2 û 7,5 pileyî bûn sedema hilweşîneke mezin. Li gorî daneyên fermî herî kêm 164 kes mirin, zêdeyî hezar kes birîndar bûn. Lê tê gotin, dibe ku bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dabin.

Bîlançoya mirinên erdhejên Venezuelayê derket 164 kesan
25 hezîran, 2026   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Venezuela roja çarşemê bi du erdhejên giran hejiya. Li gorî daneyên Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS), erdheja destpêkê bi 7,2 pile, ya duyemîn jî ku piştî deqeyekê rû da 7,5 pile bû.

Erdhejên ku bi 160 kîlometreyî li rojavayê paytext Caracasê qewimîn, li welêt bû sedema xisareke mezin. Li paytextê gelek avahî hilweşiyan, gel di nava panîkê de derket kolanan. Piştî erdheja destpêkê hişyariya tsunamiyê hate dayîn, lê piştre hate rakirin.

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê rayedaran ve hate eşkerekirin, herî kêm 164 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî hezar kes jî birîndar bûn. Li gelek herêman karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin ku tê texmînkirin gelek kes di binê enqazê de mane.

Li gorî nirxandinên USGS'ê dibe ku hejmara qurbaniyan di navbera 10 hezar û 100 hezarî de be.

Piştî felaketê piraniya welatên Latîn Amerîkayê pêşniyara alîkariyê li Venezûela kirin. Rêveberiya DYA'yê jî diyar kir ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê şandiye herêmê. Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê diyar kir ku wê 80 pisporî, 8 kûçikênl êgerînê û 18 ton ekîpman seferber bike.

Rayedaran diyar kirin ku erdhejên biçûk li herêmê dewam dikin û hişyarî dan gel ku xwe ji avahiyên xisar li wan bûye vegirin. Tê texmînkirin ku karên lêgerîn û rizgariyê di rojên bê de zêde bibe.