Di hilbijartinên Arjantînê de namzetekî 'lîberal' bi ser ket
Arjantîniyan roja yekşemê ekonomîstê ultra-lîberal Javîer Mîleî ku xwe weke “anarko-kapîtalîst” dide nasîn, hilbijart. Mileî bi rêjeya ji sedî 55.95 bû serokê Arjantînê.

Namzetê lîberal Javier Mîleî di hilbijartinan de bi zêdeyî 11 puanan li hemberî wezîrê ekonomiyê Sergîo Massa bi ser ket.
Li gorî encamên fermî, Mîleî ji sedî 55,95 deng bi dest xistin, Massa jî ji sedî 44,04 deng bi dest xistin.
Mîleî (53) wê 10’ê Kanûnê li şûna Alberto Fernandez weke serokkomarê nû dest bi wezîfeyê bike û soza “wê dawî li hilweşînê bîne” û “Arjantînê ji nû ve ava bike” da.