Ji ber baran û bahozê li Bakur û Tirkiyeyê 2 kes mirin

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê baran zêde bariya û bahoz rabû. Di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ji ber baran û bahozê li Bakur û Tirkiyeyê 2 kes mirin
20 mijdar 2023   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji ber barana zêde li Amed û Êlihê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Êlihê 3 zarok li ber ava lehiyê ketin. Ji hersê zarokan Îsrafîl Guner ê 5 salî jiyana xwe ji dest da.

AMED

Li Amed û navçeyên wê barana zêde bû sedema lehiyê. Çemê gundê Fêra yê Farqînê fûriya. Çemê Xiyaz Bega û Çemê Delê li gundê Fêra gihîştin hev û bû sedema lehiyê. Lehiyê xesarek mezin da ka û erdên gundiyan. Lehiya li gund rabû lodên kayê û gelek alav û amûrên li nava gund dan ber xwe. Gelek alavên gundayan bi lehiyê re çûn. Li gund her wiha xizareke cidî li pirekê bû.

Li gundê Çemê Elika yê Licê jî pirek di bin avê de ma. Li gundê Xrawa yê li heman herêmê jî lehî rabû.

ÊLIH

Barîna barana zêde ya duh bi şev li Êlihê bi bandor bû, bû lehî û bandoreke neyînî li jiyanê kir. Li navenda bajêr li taxên Huriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîtler kolan û cade bi avê tijî bûn. Av kete gelek mal û kargehan, hin ajokarên wesayîtan jî di rê de man.

Ji ber barîna barana zêde av kete Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê jî. Lalîhan Guner a 54 salî ku li Taxa Seyîtler dijî kete ber ava lehiyê û winda bû. Piştî çend saetan cenazeyê Guner hate dîtin. Cenazeyê Guner ji aliyê welatiyan ve ji nav avê hate derxistin.

Di heman taxê de îxbar hate kirin ku 3 xwişk û bira yên temenê wan di navbera 1 û 5 salî de ber ava lehiyê ketine û winda bûn. Ji zarokên winda bûn Îsrafîl Guner ê 5 salî jiyana xwe ji dest da. Xebatên lêgerîna li zarokên din ên winda dewam dikin.

RIHA

Li navçeya Pirsûs a Rihayê ku şaredarî di destê qeyûmê dagirker de ye, kolanên gundê Alîgorê di nava avê de man.

MÊRDÎN

Ji ber barana zêde û bagera dijwar li navçeyên navendî yên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê jiyana rojane da sekinandin. Li navçeya Artûklûyê ji ber barana zêde lêhî rabû, av kete nava malan. Ji ber baranê, kevir û heriya li ser rê kom bûbû, rê asê kirin. Her wiha li Rêya Kamor û kolanên navberê yên Cadeya Yenîyolê jî ji ber ava kombûyî ji bo welatî û wesayîtan bû sedema zehmetiyê.

Li navçeya Artûklûyê, li gelek cihan bagera dijwar, dar qelibandin. Darek li ser Rêya Yenîyolê qelibî ser trafoyekê û trafo jî ji ber bagerê qelibî.  Herwiha gelek tabelayên kargeh û navnîşanan jî ji cih derketin.

Balkêş bû ku tevî zehmetiyên derketine Şaredariya Artûklûyê ya AKP’î û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya bi destê qeyûmê AKP’î tê birêvebirin, ji ber barana zêde û astengiyên derketine, xebat neda meşandin.

Li navçeya Qoserê av kete nava mal û kargehan.  Kolan bûn gola avê û tabelayên kargeh û navnîşanan jî ji cih derketin.

ZONGÛLDAK

Li Zongûldakê ji ber bahozê 2 keştî asê man. Li peravên Eregliyê jî têkilî bi keştiyekê re qut bû.

DIBISTAN KETIN BETLANEYÊ

Ji ber baran, bager û barîna berfê li gelek bajaran ji bo rojekê betlaneya dibistanan hate ragihandin. Li Şîle ya Stenbolê ji bo dibistanên asta yekem û navîn rojeke betleneyê hate ragihandin. Dîsa li navçeyê jinên dûcanî, welatiyên astengdar û yên nexweşiyên wan ên kronîk hene ku di saziyên cemaweriyê de dixebitin dê weke bi destûra îdarî werin hesibandin.

Dîsa li Şirnexê, navçeyên Kanîreş, Çerme yên Çewlîgê, Êlih, navçeyên Pasûr û Bismilê yên Amedê, Zonguldak, Bolû, navçeyên Akçakoca û Yigilca yên Duzceyê, navçeya Hendek a Sakaryayê, navçeya Amasra ya Bartinê, navçeyên Eflanî û Eskîpazar ên Karabukê, navenda Sînopê û navçeyên Ayancik, Turkelî, Gerze û Erfelekê rojeke betlaneya dibistanan hate ragihandin.

Midûrtiya Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya 20’ê mijdarê parve kir û 18 bajar bi qoda zer û porteqalî hişyar kir. Li Anatoliya Navîn, Behra Reş û Enqereyê tê payîn ku dê berf û şilope bibare. Herwiha li bajarên Stenbol, Kocaelî, Yalova, Sakarya, Çankiri û Rihayê bendewariya baranê heye. Dîsa tê payîn ku dê li Êlih, Sêrt û bakûrê Serhedê, cih bi cih baraneke zêde bibare.

Ji bo bajarên Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Elezîz, Erzîngan, Erzirom, Colemêrg, Qers, Mûş, Dêrsim, Şirnex, Erdexan, Artvîn, Mêrsîn, Kastamonû, Meletî, Rîze û Sînopê hişyariya qoda zer û porteqalî hate kirin.