Li Dêrazorê 3 leşkerên Şamê birîndar bûn
Di êrişeke nû ya çeteyên DAIŞ`ê li dijî hêzên hikumeta Şamê de 3 leşker birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh (19 Mijdar) çeteyên DAIŞ`ê li nêzî bajaroka Biwêl ê li rojhilatê Dêrazorê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir, li ser êrişê di navbera her du aliyan de şer derket. Di encama şer de 3 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya leşkerî ya Dêrazorê.
DAIŞ`ê hefteya borî jî êrişî bendeke kontrolê ya hêzên Şamê li çola rojhilatê Humsê kiribû. Piştî êrişê li derdora gundên Teyba û Kom ê bakurê bajarê Sexne yê rojhilatê Humsê şer derketibû, di encamê de 5 leşkerên Şamê hatibûn kuştin.
Beriya wê jî çeteyên DAIŞ`ê li çola Sûriyeyê êrişî hêzên Şamê kiribû û 34 leşker hatibûn kuştin, ku ji destpêka îsal de bîlançoya herî giran a kuştiyên Şamê ye.
(c)