′Di hewldana ketina Um Cilûd de 8 çete hatin kuştin′

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk bir û di encamê de 8 çete hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

′Di hewldana ketina Um Cilûd de 8 çete hatin kuştin′
11 îlon, 2024   18:26
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan hewldana çeteyan a ketina gundê Um Cilûd ê gundewarê Minbicê têk bir.

Navendê diyar kir ku di hewldana ketinê ya yekemîn de şerekî dijwar rû da û encamê de 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn û çeteyên din revîn.

Her wiha navendê anî ziman ku çeteyan di hewldana ketinê ya duyemîn de ya bi armanca rakirina cenazeyên çeteyên xweû şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva wan da û careke din hewldan hat têkbirin. Bi wê re 5 çeteyên din hatin kuştin û 5 din jî birîndar bûn.

Li gorî navendê bi giştî di encama hewldanên ketina çeteyan li gundê Um Cilûd de 8 çete hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

(mh)