Bi boneya salvegera Şoreşa ′Jin Jiyan Azadî′ banga greva giştî hat kirin

Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û parêzerên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya Jîna Emînî banga greva giştî kirin.

Bi boneya salvegera Şoreşa ′Jin Jiyan Azadî′ banga greva giştî hat kirin
11 îlon, 2024   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, rêkxistinên civaka sivîl û parêzerên mafên mirovan bi boneya 2’yemîn salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ji ber şehîdkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaqî” yên Îranê ve li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatibûn destpêkirin, banga greva giştî ya topyekûn kirin.

Di vê çaroveyê de gelek kom, rêxistinan bi dayîna daxuyaniyan beşdarbûna xwe ya di greva giştî de ragihandin û banga mezinkirina grevê kirin.

Dayikên Dadperwerên Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo banga greva giştî nîşan dan û gotin; “Em piştgiriya xwe ji banga destpêkirina greva giştî re nîşan didin. Di vê çarçoveyê de em jî bang li hemû malbatan dikin ku hevdu hembêz bikin û biçin ser gorên hezkiriyên xwe. Em bang li gelê Kurd dikin ku di 16’ê Îlonê de li malên xwe bin, neçin ser kar, dikan û bazaran bigirin.”

Her wisa 20 rêxistin û saziyên civaka sivîl bi daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya ji bo greva giştî anîn ziman û tekez kirin ku ji roja qetilkirina Jîna Emînî ve binpêkirin, girtin, îşkence û zext li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zêde bûne. Di daxuyaniyê de gotin; “Tevî nerazîbûnên navnetewî jî, dewleta Îranê zextên li ser Kurdan û li dijî dengên nerazî didomîne. Em bang li hemû beşên civaka Îranî û Kurdistanê dikin ku bi helwesteke sivîl û aştiyane beşdarî greva giştî bibin. Her wiha em bang li civaka navnetewî dikin ku zêdetir bala xwe bidin ser binpêkirinên mafên mirovan yên li dijî Kurdan li Îranê tên kirin.”