Di hefteyekê de rojevên medyaya erebî

Guhertinên li Rojhilata Navîn, bandorên aloziya di navbera Îran û Erebistana Siûdî de, her wiha siberoja tevkariya parastinê ya Erebistana Siûdî –DYA, xetereyên derbeyên leşkerî, piştevaniya Îran bi Hûsiyan re rojevên sereke yên hefteya borî yên medyaya erebî bûn.

Di hefteyekê de rojevên medyaya erebî
18 cotmeh, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de guhertinên li Rojhilata Navîn, bandorên aloziya di navbera Îran û Siûdî de, siberoja tevkariya Parastinê ya Riyad û Washingtonê, her wiha zêdebûna gefan û berjewendiyên navneteweyî û herêmî nirxandin.

ROJHILATA NAVÎN A NÛ: DI NAVBERA XEWN Û RASTIYÊ DE

Rojnameya El Erab a li Londonê veguherînên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn nirxandin.

Hate destnîşankirin ku têgeha Rojhilata Navîn a Nû bi gelek projeyan û nêrînan ve girêdayî ye, bi taybetî nêrîna Şîmon Peres a li ser bingeha aştiya aborî, ligel pêşniyarên ku armanc dikin pêşîgirtina li derketina holê ya hêzên herêmî yên ku dikarin bandora xwe bikin.

Rojnameyê diyar kir ku nakokî ne tenê bi şeran ve sînordar e, lê di heman demê de kontrola rêyên deryayî, wekî Tengava Hurmuz û Bab El Mendeb, û pêşbaziya li ser rêyên bazirganî û enerjiyê, di nav de projeya korîdora aborî ya ku Hindistanê bi Rojhilata Navîn û Ewropayê, Însiyatîfa Kemberê û Rêya Çînê ve girêdide.

Li gorî rojnameyê, şerên li Sûriye, Xeza, Lubnan, Sûdan û Lîbyayê, aloziyên girêdayî Îran û Hûsiyan, tevna aloz a berjewendiyên Amerîkî, Îsraîlî, Tirkiye, Îranî û Kendavê, Çîn, Rûsya û Brîtanyayê nîşan dide.

Hate gotin, "ferzkirina rastiyan bi rêya hêza leşkerî û redkirina çareseriyên siyasî yên ku mafên neteweyî yên Filistînê garantî dikin, dikare pevçûnan dirêj bike û destkeftiyên meydanî veguherîne windahiyên siyasî. Di encamê de nîşaneyên pergala herêmî ya siberojê ji ber berjewendiyên nakok û krîzên berdewam hêjî ne diyar in.

Malpera Al Rai cih da bandorên êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya El Melik Xalid a li Riyadê û pirsên li ser bandora hevkariya parastinê ya di navbera Riyad û Washingtonê de û rêkeftinên ewlehiyê ji bo parastina tesîsên girîng.  Hate gotin, pêşketinên ewlehiyê hevkariya parastinê dixe ber ceribandinek pratîkî, ceribandinek ku ji daxuyaniyên siyasî wêdetir diçe da ku hêza hevpeymanan ji bo pêşîgirtina li êrişan û kêmkirina xetereyên ku ewlehiya herêmê tehdît dikin binirxîne.

Girêdayê heman mijarê rojnameya El Şerq a Lubnanê gotarek bi sernavê "Mekke û Medîne ji aliyê Xwedayê Cîhanê ve têne parastin" weşand. Di gotarê de bal hat kişandin li ser zêdebûna aloziya di navbera Erebistana Siûdî û Hûsiyan de û rola Îranê di zêdebûna aloziyê de rexne kir, ewlehiya Siûdî bi girîngiya parastina rêyên deryayî ve girêda.

DERBEYÊN LEŞKERÎ Û SÎNORÊN ŞER

Rojnameya El Nehar a Lubnanê diyar kir ku dibe ku operasyonên leşkerî yên Amerîkayê yên li dijî Îran û Hûsan encamên meydanî bi dest xistibin, lê rakirina gefan an jî ferzkirina çareseriyên siyasî yên li gorî şertên Amerîkayê mîsoger nake. Li gorî nirxandinên rojnameyê, zêdekirina derbeyan dibe ku Îranê arasteyî hedefkirina keştî û qadên enerjiyê yên kendavê bike û ev jî dê navîgasyon û jêderên petrolê tehdîd dike.

Rojnameyê îşaret pê kir ku lawazkirina Hûsiyan di aliyê leşkerî de, dê gefên wan ên li ser Erebistana Siûdî û deryaya Sor bi dawîn nekin. Hate gotin, divê hevahengiya leşkerî û siyasî û çareserkirina krîza YEmenê were yekkirin.

‘HÛSÎ Û ÎRAN; BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ’

Di gotareke rojnameya Independent Erebî de rola leşkerî ya Îranê di pêşxistina hêzên Hûsiyan de hat vegotin.

Di gotarê de hat destnîşankirin ku raporên tîma pisporên Neteweyên Yekbûyî ya bi Yemenê re peywendîdar re dide zanîn ku hêza pêşxistin û berhemdayîna birêxistinbûyîna leşkerî bêyî piştgiriya derve tune ye, têkiliya di navbera her du aliyan de piştgiriya leşkerî derbas dike û di nava xwe de berjewendiyên siyasî û aborî yên hevbeş dihewîne.