El Zobe: Hevgirtin mîsogeriya parastina aştiya navxweyî ye

Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê got, ji bo parastina aştiya navxweyî û pêşgirtina li fitneyan, ji tevahî partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û berpirsyaran tê xwestin ku xebateke hevgirtî bimeşînin.

El Zobe: Hevgirtin mîsogeriya parastina aştiya navxweyî ye
18 cotmeh, 2026   03:45
HESEKÊ

Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih El Zobe hewildanên gurkirina fitneyan di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de red kirin. Her wiha banga pêşxistina hişmendiya civakî û girêdana bi nirxê jiyana hevbeş ve kir.

El Zobe der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Di qonaxa heyî de pêvajoya entegrasyonê bi rêve diçe. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve pêdivî bi xurtkirina tifaq, tevkarî û dûrketina ji derxistina tevliheviyê heye."

Salih El Zobe diyar kir ku hewildanên gurkirina fitneyê bi taybet di navbera Ereb û Kurdan de hene û wiha dom da axaftina xwe "Ji bo rê li ber vê yekê were girtin, ji her kesî tê xwestin ku hişmendiya civakî, girêdana bi nirxên xwişk û biratiyê û jiyana hevbeş pêşbixe."

El Zobe destnîşan kir ku parastina aştiya navxweyî û pirrengiya civakî girêdayî asta têgihiştin û hişyarbûna  welatiyan, welatparêz, saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û berpirsyaran e. El Zobe got, aştiya navxweyî ya di navbera Ereb û Kurdan de ku li ser bingehên çandî, exlaqî û civakî ava bûye ji dehên salan ve heye û pêş ketiye.

El Zobe hewildanên têkbirina  hevgirtina civakî û belavkirina kîndariyê red kirin. Her wiha bang li partiyên siyasî û aliyên peywendîdar kir ku li hemberî zimanê kîndariyê helwesteke zelal û bi berpirsyar nîşan bidin.

Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Salih El Zobe di dawiya axaftina xwe ev peyam da: "Ji bo parastina şêniyan û milkên giştî, istiqrar û aştiya navxweyî divê rola saziyên dewletê û dezgehên ewlehiyê were xurtkirin. Di heman demê de çanda diyalog û lihevhatina pêkhateyên civaka Sûriyeyê pêş bikevin."

(sb)

ANHA