Jinên sûriyeyî: Dagirkerî tundiya herî mezin e

Çalakvanên jin ên sûriyeyî dagirkerî wekî tundiya herî mezin bi nav kir û anîn ziman ku bi rêya têkoşîna domdar a li hember qirkirin û dagirkeriyê dê jin ji tundiyê rizgar bibin.

Jinên sûriyeyî: Dagirkerî tundiya herî mezin e
24 mijdar, 2024   06:10
HELEB
Mihemed Ebdo

Bi wesîleya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî çalakvanên jin ên ji Sûriyeyê  der barê rewşa niha ya jinên sûriyeyî de ji ajansa me re axivîn.

Çalakvana jin a serbixwe Nataşa El Esfari diyar kir ku tevî ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan beriya 60 salan dest pê kirine, lê hîn jî li hemû deverên cîhanê tundî li dijî jinan bi berdewamî tê kirin.

Der barê rewşa jinên sûriyeyî de Nataşa got, “Di 13 salên derbasbûyî de, civaka Sûriyê gelek êş û ziyanên derûnî û aborî dîtiye, ku bûye sedema tundiya li ser jinan, çi li ser kar û çi di nav malbatê de."

Nataşa hêviya xwe anî ziman ku di salên bê de dê xebatên jinan berdwam bikin ji bo jinên sûriyeyê ji tundiya ku di her warî de tê kirin rizgar bibin û dîroka wan li wan vegere.

ˈEM HEWL DIDIN JINÊN SÛRIYEYÎ LI HUNDIR Û DERVE XWEDÎ HÊZˈ

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Rihab Îbrahîm jî diyar kir ku meclis beşdarî hemû çalakiyên têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dibe û balê dikişîne ser jinên ku tundî li ser wan tên kirin.

Rîhab destnîşan kir ku ew hewl didin xebatên meclisê pêş bixin ku bibe dengê hemû jinên rastî tundiyê tên, çi li hundir û çi li derve. Her wiha anî ziman ew ji bo vê armancê  çalakiyên mîna civîn û panelan lidar dixin.

Rîhab daa zanîn ku li tevahiya erdnîgariya Sûriyeyê gelek rewşên tundiyê, ji encama kirîza li welat û hin adet û kevneşopiyên kevin yên ku nahêlin jin pêş bikevin, çêdibin.

ˈLIDARXISTINA KONFERANSA AŞTIYÊ YÊ YA JINÊN SÛRIYEYÎ DI ROJEVÊ DE YEˈ

Rihab Îbrahîm der barê hewldanên Meclisa Jinan a Sûriyeyê yên lidarxistina kongreya aştiyê ya jinên sûriyeyê de ku yek ji encamên kongreya duyemîn bû jî wiha got: “Encamên kongreya damezrandinê her tim di rojevê de ne û em bê navber ji bo lidarxistina vê kongreyê dixebitin, me ev biryar vala dernexist, lê şert û mercên navneteweyî û herêmî û şerê vê dawiyê em hinekî dereng xistin, em li bendê ne ku zemînek guncaw hebe em kongreyeke wiha lidar bixin, ew mijar her di rojeva me de ye.”

ˈJI BER DAGIRKERIYÊ BIRÎNÊN JINAN KURTIR BÛNˈ

Endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Xedîce El Hemdan jî diyar kir ku jin ne nîvê civakê ne, lê belê tevahiya civakê ne û wiha domand "Ji ber ku wan nîvê din ê civakê aniye dinyayê, tevî wê jî rastî tundiyê tên, ji ber vê yekê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan tê wateya têkoşîna li dijî tundiya li ser civakê."

Der barê kiryarên herî xerab  ku di salên dawîn de li dijî jinên sûriyeyî zêde bûne de jî Xedîce diyar kir ku "terorîzm" û dagirkeriya Tirkiye ya li herêmên Sûriyeyê bûye sedema kurkirina birînên jinan  ku rojane rastî sûc û tewanan tên.

 (k)