Serokatiya Rûhanî ya Durziyan daxwaza vekirina korîdoran bi Kurdan û Urdinê ve kir

Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilmanên Miwehidîn (Durzî) li bajarê Siwêdayê şîn îlan kir û daxwaza vekirina korîdoran "ber bi birayên Kurd ve" kir û ji şahê Urdinê Ebdullah El Sanî xwest di navbera Siwêda û Urdinê de korîdorek were vekirin.

Serokatiya Rûhanî ya Durziyan daxwaza vekirina korîdoran bi Kurdan û Urdinê ve kir
17 tîrmeh, 2025   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilmanên Miwehidîn (Durzî) bi daxuyaniyekê ragihand ku Siwêda bajarekî karesatê ye û daxwaza vekirina korîdnoran bi Kurdan û Urdinê re kir û hat diyarkirin ku ev korîdor ji bo mirovahiyê girîng in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî xelkê Siwêdayê rêxistineke terorîst êrişeke tirsnak pêk anî û bi awayekî hovane welatî qetil kirin û hate gotin: “Di van kêliyên biêş û zehmet de, piştî Siwêda ji qirêjiya teroran paqij e, Siwêda wek bajarekî karesatê hat ragihandin û ji bo dilsoziya bi şehîdan re şîna giştî hat ragihandin.”

Di daxuyaniyê de bang li Durziyan hat kirin ku yekgirtî bin, li kêleka malbatên şehîdan bisekinin, li hember hev bi hezkirin û berpirsiyarî tev bigerin.

Serokatiyê di daxuyaniya xwe de bang kir ku divê derfet li pêş komên tibî û komên belgekirina sûcan were vekirin ku karên xwe bikin, her wiha bang hat kirin ku korîdoran ber herêmên Kurdan re vekin û ji şahê Urdinê Ebdullah El Sanî jî hat xwestin ku korîdoreke sînorî di navbera Siwêda û Urdinê de veke.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi hêvî ne gavên lezgîn ji bo hêsankirina pêwendî û sivikkirina zehmetiyên welatiyan werin pêkanîn.

(fr)