Di êrişên Rûsyayê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe dest da

Di êrişên Rûsyayê yên bi fuze, bombardûmana hewayî, drone û topbaranê de herî kêm 9 kes li Ûkraynayê jiyana xwe dest da, zêdeyî 25 kes jî birîndar bûn.

Di êrişên Rûsyayê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe dest da
11 tebax, 2026   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Ûkraynayê di êrişên doh bi şev ên Rûsyayê de herî kêm 9 kes mirin. Li gorî rayedarên Ûkraynayê bîlançoya herî giran a êrişan li bajarê Zaporijjiayê bû.

Hate ragihandin ku di êrişa bi fuzeyan û bombardûmana hewayî de li Zaporijjiayê 6 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku artêşa Rûsyayê bi drone û topan êriş biriye ser pênc navçeyên Dinpropetrovksê. Di êrişan de 3 kes mirin ku hate ragihandin yek ji wan zarokekî 15 salî bû.

Li paytext Kievê jî nîvê şevê dengê teqînan hate bihîstin. Agir bi depoyekê ket û di êrişan de kesek birîndar bû.

Êriş piştî wê yekê hate kirin ku Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenski îdîa kiribû ku Rûsya amadekariyê dike ku hîn bêhtir leşkerên Koreya Bakur li welatê wan bi cih bike û fuzeyên balîstîk ên nû ji Pyongyangê wergirtiye.