Axios: Washington ji bo rakirina madeyên nukleerî li Sûriyeyê bi awayekî veşartî navbeynkariyê dike

Axios aşkera kir ku ji bo çareserkirina dosyaya madeyên nukleerî ya girêdayî rejîma Beşar El Esed, Washinton, Şam û Til Evîv gihaştine lihevkirineke veşartî.

Axios: Washington  ji bo rakirina madeyên nukleerî li Sûriyeyê bi awayekî veşartî navbeynkariyê dike
11 tebax, 2026   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Axios aşkera kir ku rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji bo rakirina madeyên nukleerî yên depokirî li xaleke veşartî li Sûriyeyê bi hikumeta veguhêz re li Sûriyeyê û Îsraîlê re gihaştiye lihevkirineke veşartî, ev gav bi armanca rêgirtina ber şerekî di navbera Îsraîl û Sûriyeyê, dibe ku bi Tirkiyeyê re jî tê avêtin.

Malperê ji berpirsyarên Îsraîlê û DYA’yê agahî girtine ku piştî lihevkirina beriya 3 hefteyan a di navbera Ajansa Enerjiya Atomî ya Naveneteweyî (IAEA) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, di demeke nêz de dê ajansa enerjiyê madeyên nukleerî ji xala bi navê “Xala 99” rake.

Xala ku bernameya nukleerî ya veşartî lê ye ji hêla rejîma Beşar El Esed ve hatiye pêşxistin, ew li bajarokê El Kîber ya li parêzgeha Dêrazorê ye, Îsraîl ew xal bi êrişeke hewayî ya sala 2007`an de talan kir.

Berpirsyareke amerîkî da zanîn ku ew xal ji bermahî û madeyên ji tesîsê mayî pêk tê. Madeyên heyî ji bo çêkirina çekên nukleerî nayên bikaranîn, ew ji bo çêkirina bombeyan bi kar tê. Bi vê bombeyê teqîneke nukleerî pêk nayê.

Berpirsyarên Îsraîlê diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi armanca ku tu alî nagihêje madeyên di hundirê xalê de, piştî demeke kurt ji hilweşîna rejîma Esed wan destpêka derbasbûna xalê bombebaran kiriye.

Li gorî berpirsyarekî Îsraîlê, Îsraîl têkildarî ku ew qebûl nake madeyên nukleerî di xalan de bimînin, agahî daye Rêveberiya Trump, ji rêveberiyê re diyar kiriye ku heke made ji xalê neyên rakirin anku ew hewldanên hikumeta veguhêz ê xwegihandina xalê bibînin, ew ê careke din xalê hedef bigirin.

Berpirsyarekî Amerîkî jî da zanîn ku tevî metirsiyên Îsraîlê jî, ew ê careke din êrişî xalê nekiriba.

Herî dawî her du alî gihîştin çareseriyekî ku li şûna xebateke leşkerî, ji bo rakirina madeyan erêkirinê ji hikumeta Sûriyeyê bigirin.

Li gorî çavkaniyên ku Axiosê agahî dane, berpirsyarên sûriyeyî nizanîbû ku madeyên nukleerî li xalê hene.

Berpirsyarekî Amerîkî jî da zanîn ku hejmareke gelek kêm ji kesên li DYA, Îsraîl û Sûriyeyê dizanîbûn eww made li wwê xalê hene.

(sb)