Di êrişên li Xezayê yên salekê de 41 hezar û 965 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di nava salekê de ji ber êrişên Îsraîlê û Hemasê 41 hezar û 965 kes hatin kuştin.

Di êrişên li Xezayê yên salekê de 41 hezar û 965 kes hatin kuştin
8 cotmeh, 2024   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistinê roja sêşemê li ser bîlançoya nû ya şer daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji dema destpêkirina şer û vir ve di encama êrişên Îsraîlê de yên li ser xaka Fîlîstînê 41 hezar û 965 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, di nava 24 saetên dawî de herî kêm 56 kes hatin kuştin. Hate ragihandin ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an dema destpêkirina şer û vir ve li Xezeyê 97 hezar û 590 kes jî birîndar bûn.

Piştî şerê salekê Xezeyê veguheriye mîna xirabeyekî. Li gorî rêxistinên herêmî û navneteweyî gel ji ber birçîbûnê û mayîna li binê konan ji aliyê fîzîkî ve bêzar bûye. Her wiha tê gotin, zexteke giran a psîkolojîk li ser nifûsa Xezeyê heye.