Li Minbicê 14 kesên dizî û neşaliyê dikin hatin girtin

Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn 14 kesên li Minbicê dizî û neşalî dikirin, girtin.

Li Minbicê 14 kesên dizî û neşaliyê dikin hatin girtin
Li Minbicê 14 kesên dizî û neşaliyê dikin hatin girtin
Li Minbicê 14 kesên dizî û neşaliyê dikin hatin girtin
Li Minbicê 14 kesên dizî û neşaliyê dikin hatin girtin
8 cotmeh, 2024   17:13

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku 14 kesên dizî û neşalî li kantona Minbicê dikirin, hatin girtin.

Li gorî navendê, piştî xelkê Minbicê agahî da wan ku kiryarên dizî û neşaliyê tên kirin, tîmên girêdayî Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcê dest bi komkirina delîl û agahiyan kir û taxên bajêr şopandin. Hêzan gihaştin komeke ku van kiryaran dikin.

Piştî cihên ferdên torê ku ji 14 kesan e hatin diyarkirin, hêzan kemîn vegirtin û bi ser wan de girtin. Di encamê de ew kes hatin girtin û di destê wan de çek, motorsiklêt, hişbir, pere û telefon hatin dîtin û desteserkirin.

Di lêpirsînê de ferdên torê li xwe mikur hatin ku wan dizî û neşalî kirine, ew û tiştên hatine desteserkirin ji dozgeriyê re hatin rakirin û tedbîrên xwe yên qanûnî temam bikin.

(fr)