Di êrişên li ser Ukraynayê de 23 kes hatin kuştin

Di êrişên Rûsyayê yên li ser Kîevê de 23 kes hatin kuştin. Artêşa Rûsyayê ragihand ku wê li rojhilatê Ukraynayê bajarokekî din kontrol kiriye.

Di êrişên li ser Ukraynayê de 23 kes hatin kuştin
4 tîrmeh, 2025   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku hêzên Rûsyayê şêva borî êrişeke berfireh li dijî Kîev û bajarên Dnipro, Sumy, Kharkiv û Chernihiv ên Ukraynayê pêk aniye. Hate diyaririn ku di êrişê de nêzî 550 top, 539 dron û mûşekên balîstîk hatine bikaranîn.

Rayedarên Ukraynayê diyar kir ku di êrişê de bi kêmanî 23 kes hatine kuştin û hin dron û mûşek hatin bêbandorkirin. Her wiha aşkera kirin ji ber bombebaranê li gelek deveran şewat derket û avahiya balyozxaneya Polonyayê ya li paytextê jî zirar dît.

Artêşa Rûsyayê ragihand ku di êrişê de balafirgeheke leşkerî û parzûngeheke petrolê bûne hedef. Artêşê her wiha ragihand ku wê bajarekî nû li rojhilatê Ukraynayê xistiye bin kontrola xwe. Li gorî hin nûçeyan di êrişa bi dronên Ukraynayê de li herêma Rostov a başûrê Rûsyayê kesek hatiye kuştin.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê aşkera kir ku hejmareke leşkerên dîlgirtî bi hev hatine guhertin.

Di aliyê dîplomasiyê de jî hate diyarkirin serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û yê DYA’ê Donald Trump bi rêya telefonî axivîn. Trump destnîşan kir ku tu pêşketin çênebû. Pûtîn jî piştrast kir ku welatê wî bi armancên xwe yên li Ukraynayê ve girêdayî ye, di heman demê de derî ji domandina diyalogan re vekirî ye.

Çavkaniyên ukraynî ragihand ku di navbera serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û Trump de amadekariyên ji bo peywendiyeke telefonê ya roja Înê hatine kirin.

Serokê Ukraynayê bang li hevkarên xwe yên Ewropayê kir ku hevkarî û hemahengiyê zêde bikin. Di heman demê de Almanyayê ku rawestandina şandina çekan bo Kîevê ragihandibû, aşkera kir ku ew li ser dabînkirina pergalên parastina hewayî yên nûjen ji Ukraynayê re lêkolînê dike.

(bb)