200 endamên saziyan xwendina xwe li Zanîngeha Kobaniyê temam dikin

Zanîngeha Kobaniyê 200 endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên ku di pêvajoya şoreşê de navber dabû xwendinê, pêşwazî kirin.

200 endamên saziyan xwendina xwe li Zanîngeha Kobaniyê temam dikin
200 endamên saziyan xwendina xwe li Zanîngeha Kobaniyê temam dikin
200 endamên saziyan xwendina xwe li Zanîngeha Kobaniyê temam dikin
200 endamên saziyan xwendina xwe li Zanîngeha Kobaniyê temam dikin
200 endamên saziyan xwendina xwe li Zanîngeha Kobaniyê temam dikin
4 tîrmeh, 2025   15:41
KOBANÊ

Zanîngeha Kobaniyê di 8’ê Nîsana îsal de bi biryarekê ji bo xwendekarên ku di pêvajoya şoreşê de navber daye xwendina xwe û tev li xebatên saziyên Rêveberiya Xweser bûne, mafê temamkirina xwendinê dabû.

Ji saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê 200 karmendên ku di pêvajoya şoreşê de navber daye xwendinê, êdî xwendina xwe li Zanîngeha Kobaniyê temam dikin.

Rêveberiya zanîngehê li gorî şert û mercên karê saziyan bernameyek ji xwendekaran re diyar kiriye. Li gorî bernameyê rojên în û şemiyê wekî rojên dewama zanîngehê hatine destnîşankirin.

Xwendekar li beşên mafnasî, perwerde, wêje û biyolojiyê dixwînin.

(bb)

ANHA