Li Laziqiyê êriş: Kesek hat kuştin

Li gundewarên Cebleyê di êrişa çekdarên nenas de ciwanek hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû. Gundiyan li dijî êrişê xwepêşandan li dar xist.

Li Laziqiyê êriş: Kesek hat kuştin
4 tîrmeh, 2025   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê komeke çekdaran li gundê Burcan ê Ceblê yê Laziqiyê êriş bire ser ciwanên ku di nava zeviyên xwe yên çandiniyê de dixebitîn. Di encamê de ciwanek hat kuştin û ciwanek jî birîndar bû.

Piştî bûyerê gundiyan xwepêşandanek li dijî êrişê li dar xist. Xwepêşandêran xwest êrişkar werin aşkerakirin û hesab bê pirsîn.

Di 26’ê Hezîranê de 2 ciwan dema di zeviyên çandiniyê de dixebitîn, li herêma di navbera Beyt Yaşût û Xab de di êrişa çekdarên nenas de hatibûn kuştin. Cenazeyên wan li xaçerêya gundê Hele Ara hatibûn dîtin.

(bb)