Li Derayê dirûşmên DAIŞ'ê li ser dîwaran hatine nivîsandin

Li bajarê Derayê dirûşmên piştgiriya bi çeteyên DAIŞ'ê re li ser dîwarên dibistanekê hatine nivîsandin.

Li Derayê dirûşmên DAIŞ'ê li ser dîwaran hatine nivîsandin
12 nîsan, 2026   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Senemên ê gundewarê Derayê dirûşmên alîgirtiya çeteyên DAIŞ'ê li ser dîwarê dibistana keçan hatin nivîsandin.

Şêniyên bajarokê ev yek wekî " peyameke xeternak ku tevahî civakê dike hedef'' bi nav kir.

SOHR'ê diyar kir ku ev kiryar di rewşekê de hatiye kirin ku alozî li Derayê heye û metirsî li ser siberoja wê hene.

Li gorî SOHR'ê, heya niha nasnameyên kesên ku ev dirûşme nivîsîne nehatiye zanîn. Şêniyan jî banga lêkolîneke lezgîn, hesabpirsînê ji berpirsên vî kiryarê û girtina tedbîran kirin.

(bb)