Saziyên NY‘yê di çareserkirina nakokiyan de bê çare ye

Çavdêran diyar kir ku krîzên navneteweyî yên zêdebûyî û pevçûnên berdewam ên di navbera DYA û Îranê de kêmbûna bandora hiqûqa navneteweyî û bêçarebûna saziyên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin. Çavdêr dibêjin ku Tehran ji ber cezayan û krîzên aborî bi rewşek navxweyî ya xerabtir re rû bi rû ye. Amerîkayê jî  Îranê neçar dike ku tawîzên siyasî, ewlehî û herêmî bide.

Saziyên NY‘yê di çareserkirina nakokiyan de bê çare ye
30 gulan, 2026   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyayên erebî di rojevên xwe yên îro de cih dan lehiya li Dêrazorê, krîza pergala navneteweyî û şerê DYA û Îranê.

LI DÊRAZORÊ LEHÎ

Medyayan bal kişand ser lehiyên li Dêrazorê. Hat bibîrxistin ku piştî bilindbûna asta ava çemê Firatê, bajar, taxên berfireh, zeviyên çandiniyê û stasyonên sereke yên avê di bin avê de man. Her wiha hat gotin, ji ber lehiyê derdora 50 stasyonên avê ji xizmetê derketin û metirsî hene ku krîza ava vexwarinê û ya avdanê li cem bi hezaran malbatan çêbibe.

 Medyayan îşaret pê kirin ku ev rewş, qelisiya binesaziya parêzgehê nîşan dide, nemaze piştî ku bendên axî hilweşiyan û rêyên sereke yên di navbera her du çiraxên çem de rawestiyan. Her wiha bal hat kişandin ser vê yekê ku şênî qeyikên biçûk û "rêyên mirinê" bi kar bînin. Hate destnîşankirin ku zerar gihaştin zeviyên genim û ceh û şebekeyên kanalîsyonê. Behsa pêngava xwecih a bi navê "Dêrazor rizgar bikin", rewşa seferberî û hişyariyên berfirehbûna karasetan di rojên pêş de hatin kirin.

PIRSGIRÊKA QANÛNA NAVNETEWEYÎ

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser zêdebûna şeran, pê ve girêdayî bêçarebûna saziyên navneteweyî di ferzkirina hevsengiyan an jî parastina ewlehiya civakan de.

Rojnameyê bal kişand ser hişyariyên Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres li ser "xirabbûneke cidî" ya rêzgirtina ji bo Peymana NY‘yê. Hate gotin, pergala cîhanî ji "serweriya qanûnê" bêtir nêzîkî "desthilatdariya hêzê" bûye, ev yek di krîzên li pey hev ên ji Ukraynayê bigire heta Sûdan û Rojhilata Navîn de diyar bûye.

Rojnameyê diyar kir ku "Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji ber dabeşbûnên jeopolîtîk û yekdestdariya hêza vetoyê ya 5 endamên daîmî, nikare biryaran bide. Welatên pêşkeftî hîs dikin ku ew bi rastî di nav rêxistina navneteweyî de nayên temsîlkirin."

Hate gotin, pêkhateya Konseyê ku ji sala 1945‘an ve heye, êdî hevsengiya hêzê ya heyî an jî guhertinên siyasî û demografîk ên ku cîhanê di dehsalên dawîn de dîtiye nîşan nade.

Li gorî rojnameyê, her reformeke radîkal a ji aliyê NY‘yê rastî astengiyên qanûnî û siyasî yên aloz tên û ev nirxandin hat kirin " Li gorîmadeya 108 a Peymana NY, ji bo her guhertineke girîng erêkirin a ji aliyê hemû endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ve hewce dike. Ev yek jî ji ber berjewendiyên navneteweyî yên nakok pêvajoya reformê hema hema ne mumkin dike."

ÎRAN DI NAVBERA ZEXTÊN NAVXWEYÎ Û HESABÊN MÛZAKEREYAN DE

Rojnameya Şerq El Ewsat jî "Krîza pergala Îranê" nirxand. Rojnameyê îşaret pê kir ku Tehran rewşek "ne şer û ne jî aştî" dijî,  aloziya bi DYA‘yê re berdewam dike bêyî ku bibe sedema pevçûnek tevahî an çareseriyek dawîn.

Li gorî rojnameyê, Îran hewl dide van herdu armancên nakok li hev bîne: bi rêya peymanek bi Washingtonê re zextên aborî yên giran kêm bike, di heman demê de retorîka xwe ya îdeolojîk a pevçûnê bi DYA‘yê re biparêze. Rojnameyê destnîşan kir ku ev nakokî Tehran ber bi pejirandina siyasetek paşxistin û qezenckirina demê ve dibe û bi hêvî ye ku tawîzên aborî û siyasî bi dest bixe bêyî ku guhertinên bingehîn di polîtîkayên xwe yên herêmî an navokî de bike.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser rewşa navxweyî ya Îranê û da zanîn ku aboriya wî di rewşa hilweşandina rasteqîn re derbas dibe. Hate goitn "nirxê diraviya wê daketiye, zext li ser çîna navîn zêde dibin, asta fikarên civakî zêde dibe. Pereyên cemidandî û rakirina cezayan bûne armancên pêşîn ên rejîmê da ku karibe li ber teqîneke navxweyî ya gengaz bigire."

Hate destnîşankirin ku Îran hîna kaxezên zextên yên kevin (Girtina tengava Hurmuzê û baskên xwe yên herîmî li Lubnan, Iraq û Yemenê) bi kar tîne, lê ev amûr li gorî qonaxên berê bandora xwe ji dest dane, nemaze piştî ku welatên kendavê û yên navneteweyî amade ne bersiv gefên wê yên muhtemel bidin.

Rojnameyê her wiha da zanîn ku xetereya herî mezin a li pêşberî Îranê pirsgirêkên derûnî û siyasî di navbera dewlet û civakî de ye.

‘WASHINGTON XWEDÎ HÊMANÊN HÊZÊ YE Û TEHRAN DEMÊ QEZENC DIKE‘

Kovara El Mecela jî ku cih da siberoja şerê Îran û Amerîkayê, diyar kir ku DYA‘yê xwedî  dem û hêmanên hêzê ye da ku şertên xwe heya demên dirêj ferz bike.

Kovarê al kişand ser gefên şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Muhsin Rizaî, ku eger şerekî berfireh rû bide dê herêma ji Tengava Hurmuzê heta Bab Mendeb û Okyanûsa Hindî veguherîne "korîdorek tarî".  Hate gotin, ev daxuyanî ji rewşek înkarkirina rastiyê wêdetir îfadeya hevsengiyên rastîn ên li ser erdê nîşan dide.

Hate destnîşankirin ku rejîma Îranê bi tecrîdeke herêmî û navneteweyî ya zêde re rû bi rû ye û wiha hat domandin "Bandora hevalbendên wê yên herêmî kêm bûye û di nava 2 salan de derbe li hêza wê ya leşkerî û stratejîk hat xistine. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bi rêya zextên aborî, siyasî û leşkerî siyaseteke paşvekişîna dirêj bi kar tîne."

 Kovarê destnîşan kir ku vebijarkên Tehranê bi qebûlkirina çareseriyeke dijwar, berdewamkirina dorpêçkirin û paşvekişînê, an jî ketina nav pevçûneke leşkerî ya mezin ku dê ji bo aboriya Îranê û avahiya navxweyî ya dewletê herî biha be, sînordar in.

(bb)