Di êrişên li Lubnanê de 13 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de 13 kes hatin kuştin.

Di êrişên li Lubnanê de 13 kes hatin kuştin
9 mijdar, 2024   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser gundên Bîqa ya başûrê Lubnanê de 6 kes hatin kuştin. Der barê êrişê de ev agahî parve kirin: "Di êrişên li ser bajarokê Mecdel Behîs ê Bîqayê de 4 kes hatin kuştin û jinek birîndar bû. Di êrişa li ser bajarokê Lebaya de jî 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû."

Hate diyarkirin ku li bajarokê Sûrê jî 7 kes hatine kuştin û 46 jî birîndar bûne.

(bb)