‘Yên azadiyê dixwazin divê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixebitin’

Şandeyeke Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Dêrikê bi kesayetên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne, civînek li dar xist. Welatiyan got “Yên azadiyê dixwazin, divê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixebitin.”

‘Yên azadiyê dixwazin divê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixebitin’
‘Yên azadiyê dixwazin divê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixebitin’
‘Yên azadiyê dixwazin divê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixebitin’
‘Yên azadiyê dixwazin divê li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixebitin’
9 mijdar, 2024   15:36
QAMIŞLO

Şandeyeke Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan îro li navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarê Dêrikê bi komek kesayetên bajarê Dêrikê yên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn, civînek li dar xist.

Di civînê de endamê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed axivî û got: “Eger ne ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bûya, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadî û vîna xwe bi dest nedixistin. Komploya li dijî Rêbertî, li dijî gelên ku ji bo azadiya xwe tê dikoşin bû.”

Ehmed di axaftina xwe de got: "Divê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî berfireh were belavkirin û bigihêje hemû gelan. Di hemû civîn û gotûbêjan de em hewl didin ku ji bo bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê, pêngavên nû bidin destpêkirin. Da ku azadiya fîzîkî ya rêber pêk bînin.”

Yek ji kesayetên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye Mihemed Xelîl ê ji bajarê Dêrikê got: "Fikra Rêber Abdullah Ocalan li dijî şerên li herêma Rojhilata Navîn tên kirin e, bi taybet li dijî planên ku gelê Kurdistanê dike hedef e.”

Her wiha got: "Yê ku demokrasî, azadî, aştî û rawestandina şeran dixwaze, divê li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan biexbite da ku karibe aştî, jiyana hevbeş û biratiya gelan pêk bîne".

Di dawiya civînê de endamên Înîsiyatîfê Fûad Çolî û Silêman Ehmed destnîşan kirin ku xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan dewam dikin.

(k)