Dewleta Tirk bombe li gundekî Dihokê barandin

Artêşa Tirk a dagirker gundê Guherzê yê ser bi parêzgeha Dihokê ve bombebaran kir.

 Dewleta Tirk bombe li gundekî Dihokê barandin
9 mijdar, 2024   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Guherzê yê ser bi Dihokê ve, bombebaran kiriye. Hate zanînku artêşa dagirker heman herêm daye ber topan jî.

Der barê ziyanan de agahî nehatin standin.