Di êrişên li Kîêvê de 2 kes hatin kuştin

Di êrişên hêzên Rûsyayê yên li derdora Kîêvê de 2 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Di êrişên li Kîêvê de 2 kes hatin kuştin
28 ÇILE, 2026   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Rûsyayê ragihandin ku di êrişên hewayî yên berbanga îro yên Rûsyayê yên derdora paytexta Ukrayna Kîêvê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Serokê rêveberiya leşkerî ya herêma Kîêvê Mykola Kalashnik der barê êrişên de nivîsek li ser Telegramê parve kir û got, "Li bajarokê Belogorodska 2 hemwelatiyên me (jinek û mêrek) ji ber êrişê jiyana xwe ji dest da. 4 kesên din jî birîndar bûne,rakirine nexweşxaneyê."

Hate ragihandin ku di êrişên şev borî de li seranserî Ukraynayê bi kêmanî 12 kes hatin kuştin. Ji wan 5 kes di êrişa dronekê ya li ser trenekê de hatin kuştin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku êriş hewldanên aştiyê têk dide û ji hevalbendan xwest ku zextê li ser Moskovê zêde bikin da ku şer bi dawî bibe.

(b)