Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 6 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 6 kes hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 6 kes hatin kuştin
10 cotmeh, 2026   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Filistînê di êrişa hewayî ya ya Îsraîlê li taxa Rîmal a rojavayê Xezayê de 4 kes hatin kuştin û di êrişa bi dronekê ya li herêma Cewazat a kampeke koçberan de zarokeke bi navê Şehed Ebdurezaq El Necar (8) hat kuştin.

Hate ragihandin ku di êrişeke din li ser taxa Tifahê de kesek kuştin û hin birîndar bûn.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji destpêka 2023‘an ve zêdetirî 74 hezar û 243 kes di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin û ji sedî 52 zarok, jin û kesên bi temen mezin in.

(bb)