Rûsyayê 2 bajarokên Kharkivê kontrol kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan bajarokên Lukashovo û Lubanovka yên li herêma Kharkivê kontrol kirine û di nava 24 saetan de 725 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsyayê 2 bajarokên Kharkivê kontrol kirin
10 cotmeh, 2026   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokên Lukashovo û Lubanovka yên li herêma Kharkivê (bakurê rojhilatê Ukraynayê) bi dest xistine.

Wezaretê bal kişand ser şerên berdewam ên li herêma Kharkivê ji bo bidestxistina bajarokên Prikolotnoye û Kutovka, her wiha operasyonên li dijî hêzên dorpêçkirî yên Ukraynayê û têkbirina 2 hewldanên şikandina dorpêçê.

Hêzên Rûsyayê ragihand ku li bajarê Dobropillya yê li rojavayê Donetskê û bakurê rojava bi pêş ve çûne û 82 avahî bi dest xistine.

Wezaretê daxuyand ku di nava 24 saetên borî de 2 mûşekên HIMARS û 725 dronên Ukraynayê xistine.

(f)