Cenazeyê Hesen Keleş ê ku hatibû revandin hat dîtin

Cenazeyê Hesen Keleş ku di 30`ê Îlonê de li bajarê Girkê Legê hatibû revandin, li ser rêya gundewarên Til Koçerê şewitandî hat dîtin.

Cenazeyê Hesen Keleş ê ku hatibû revandin hat dîtin
10 cotmeh, 2026   15:16
QAMIŞLO

Malbata mamosteyê felsefeyê Hesen Keleş ê ji bajarê Girkê Legê ku di 2`yê Cotmehê de li ser rêya Derdara ya navçeya Til Koçerê hatibû dîtin, cenazeyê wî tespît kir. Tê payîn ku cenazeyê Hesen Keleş îro li gundê Sêgirka Çolî bê definkirin.

Hesen Keleş (50) di 30`ê Îlonê de ji sûka bajarê Girkê Legê ji hêla kesên nenas ve hatibû revandin û heta niha jî kesên ew revandiye nayên naskirin.

Li gorî agahiyên heyî malbatê berê xwe daye cihê ku cenaze lê hatiye dîtin û ji destê gerînendeyê navçeyê cenaze wergirt. Beriya hatina bijîşkan, malbat û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) li cenaze nêrîn û îro naskirina cenazeya wî hat ragihandin.

Piştî revandina Hesen Keleş, kesên ew revandibû beramberî berdana wî 300 hezar dolar xwestibû.

(sb)

ANHA