Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 21 kuştî
Di encama êrişên artêşa Îsraîlê yên dawîn de herî kêm 21 kes li Xezayê hatin kuştin. Hate zanîn ku ji wan 11 kes dema li benda alîkariyên mirovî bûn, hatine kuştin.

Çavkaniyên tenduristiyê yên li Xezayê ragihand ku ji ber êrişên artêşa Îsraîlê ji sibeha roja Şemiyê ve herî kêm 21 kes hatine kuştin ku ji wan 11 kes li benda alîkariyên mirovî bûn.
Duh jî, di encama êrişên Îsraîlê yên li ser naverast û başûrê Xezayê de 70 kes hatibûn kuştin, ji wan 25 kes ji bo wergirtina alîkariyên mirovî li wan deveran bûn.
Baskê leşkerî yê Hemasê Ketaîb Îzzeddîn El Qessam, dîmenên kemîneke li dijî artêşa Îsraîlê ya li Xan Yûnisê belav kir ku di encamê de leşker û serbazek hatin kuştin, çend jî birîndar bûn.
Li Şerîeya Rojava jî êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser bajar û gundên Filistînê dewam kir, 4 tabûrên Îsraîlê li herêma El Xelîl dest bi operasyoneke berfireh a leşkerî kir.
Her wiha Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hişyarî da ku dê li Xezayê ziwabûn çêbe. Berdevkê UNICEF'ê James Elder ji rojnamevanan re li Cinêvê got: "Zarok dê ji tîbûnê bimirin. Tenê ji sedî 40`ê dezgehên peydakirina ava vexwarinê dixebitin.”
(k)