Şehîd Elî El Ehmed bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Elî Ehmed El Ehmed bi merasîmeke biheybet li Pakrewangeha Şehîd Igab El Eswed a Til Koçerê hat definkirin.

Şehîd Elî El Ehmed bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
Şehîd Elî El Ehmed bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
Şehîd Elî El Ehmed bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
Şehîd Elî El Ehmed bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
Şehîd Elî El Ehmed bi merasîmeke biheybet hat oxirkirin
21 hezîran, 2025   14:05
QAMIŞLO

Şervanê QSD’ê Elî Ehmed El Ehmed dema erka xwe bi cih dianî 16’ê Hezîranê li bajarê Şedadê şehîd bûbû. Şehîd Elî El Ehmed îro bi merasîmeke girseyî ku bi sedan şêniyên Dêrik, Girkê Legê û Til Koçerê yên kantona Cizîrê tev lê bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Igab El Eswed a li Koçerê hat oxkirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, bi navê Meclisa Bajarê Til Koçerê Salih El Mihêmêd axivî û got: "Şehîdan bi  xwîna xwe rêya azadiyê xêz kir. Her şehîdek gaveke nû ya ber bi serkeftinê ve ye. Em ê heya dawiyê li ser rêya şehîdên xwe bin.”

Endama Meclisa Kongra Star a Til Koçerê Delal Şiblî jî anî ziman ku gelên ku bi nirxên şehadetê bawer dê tu carî neşikên û dê serkeftin para wan be. Delal Şiblî bi domdarî got li herêmê guhertinên nû çêdibin, her wiha şerên ku rû didin, dihêlin ku ew bêtir bi xeta berxwedanê ve girêdayî bin.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd Elî El Ehmed bi tilîlî û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat definkirin.

(bb)

ANHA