Di êrişên Îsraîlê de 9 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 9 kes hatine kuştin.

Di êrişên Îsraîlê de 9 kes hatin kuştin
21 tebax, 2025   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê piştî ragihandina "Operasyona Pêşîn" a dagirkirina Xezayê, şevê din bi balafiran êrişên dijwar birin ser bajar û derdora Xezayê.

Parastina Sivîl a Xezayê ragihand ku ji ber êrişên ji berbanga îro de, 9 kes hatine kuştin.

Hikumeta Îsraîlê plana dagirkirina Xezayê erê kir û di vê çarçoveyê de bangî 60 hezar leşkerên berdest kir. Artêşê ragihand ku ew nêzî ji sedî nêzî 75’ê Xezayê kontrol dike.

Tevgera Hemasê plan wek “zêdekirina şerê tunekirinê û guhnedana li navbeynkaran" nirxand.

Neteweyên Yekbûyî jî destnîşan kir ku di êrişên Îsraîlê de hejmareke mezin a sivîlan bûn qurbanî û wêraniyeke mezin çêbûye. Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku aloziyeke mirovî ya mezin çêbe.

Hemwextî van êrişan jî navbeynkar li benda bersiva Îsraîlê ya pêşniyara agirbesteke nû ne ku Hemasê erê kiriye. Li gorî pêşniyarê agirbest dê 60 rojan pêk were û beşeke din a girtiyan were berdan.

(bb)