‘Jin şirîkên sereke yên pêkanîna aştiya civakî ne’

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li ser rola jinan a di tekoşîna li dijî kîndariyê û hewldanên derxistina tevliheviyê de semînerek li bajarê Tebqa li dar xist. Di semînerê de hate destnîşankirin ku “jin şirîkên sereke yên pêkanîna aştiya civakî ne”.

21 tebax, 2025   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li salona Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Tebqayê semînerek bi sernavê “Bi serkêşiya jinan ber bi civaka aram ve” semînerek li dar xist. Bi dehan endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Desteya Jinan a Kantona Tebqayê û nûnerên sazî û tevgerên jinan beşdarî semînerê bûn.

Semînerê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Ezîza El Yûsif di beşa yekem a semînerê de axivî. Ezîzayê metirsiya belavkirina kîndariyê di nava civakê de û rola jinan a di têkoşîna li dijî kîndariyê û pêkanîna aştiyê de rave kir.

Ezîza El Yûsif wiha dom kir: “Kîndarî di nava civakan de astengiya li pêşiya çareseriyê ye. Aloziya Sûriyeyê jî wiha ye. Ji bo avakirina civakê astengiya herî mezin e. Rê li ber avakirina welat û kesayetên azad digire.”

zîza El Yûsif bal kişand ser rola jinan a di tekoşîna li dijî kîndariyê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kîndarî sorkirina ji bo pêkanîna komkujiyan e. Tişta li Perava Sûriyeyê û Siwêda pêk hat, beşekî wê ye.  Pêwistiya civakê bi baldarî û tekoşîna li dijî kîndariyê heye. Divê kes li pişt helwdanên tevliheviyê neçe. Jin dikare li dijî kîndariyê tê bikoşe û guhertinên mezin pêk bîne.”

Di beşa duyemîn a semînerê de berpirsa Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Meclisa Jinan a Sûriyeyê Xedîca El Ebid axivî û bal kişand ser aştiya navxweyî û rola jinan di pêkanîna wê de û ev tişt anî ziman: “Rewşa li Sûriyeyê û şer û aloziyên siyasî û civakî aştiya navxweyî têk bir. Jin zemîna bingehîn a pêkanîna aştiya civakî û edaletê ye. Aştiya navxweyî rêgeza sereke ya rêveberina civakê û pêşketina wê ye.”

Di dawiya semînerê de beşdaran bal kişand têkoşîna li dijî kîndariyê û avakirina hevgirtina civakî û got Rêveberiya Xweser zemîna bingehîn a jiyana hevbeş û misogeriya aştiya navxweyî ya Sûriyeyê ye.

(dc)

ANHA