Buroya Hiqûqê ya Asrînê serî li CPT'ê da

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayê girtin, careke din biçe Îmraliyê serî li CPT'yê da.

Buroya Hiqûqê ya Asrînê serî li CPT'ê da
25 sibat 2024   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo muwekilê xwe Rêber Abdullah Ocalan ku 36 meh in agahî jê nayê girtin û 26 sal in di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin û 3 girtiyên din ên li Girava Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, têkildarî geşedanên di navbera 2023 û 31’ê Çileya 2024’an de careke din serî li Komîteya Pêşîgiritna li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. 

DAXWAZA AGAHDARİKİRİNA DERBARÊ INCOMMUNİCADO DE

Di serlêdana ku ji komîteyêr re hat kirin de mijarên wekî "îcommunîcado" yanî astengkirina têkiliyê ya sîstematîk, erdhej, grevên birçîbûnê û derbarê geşedeanên wekî, din de agahî hat xwestin.

Jİ 39 SERLÊDANAN RE BERSİV NEHAT DAYÎN!

Di serlêdanê de parêzeran diyar kirin ku bêhiqûqiya li hemberî Abdullah Ocalan berdewam dike de û hate gotin ku di navbera 1'ê Mijdara 2023'an û 31'ê Çileya 2024'an de di nava 3 mehan de 26 serlêdanên parêzer û 13 jî serlêdanên malbatê hatine kirin. Lê ev serlêdan bêbersiv hatine hiştin.

MAFÊ TÊKİLÎDANÎNÊ TÊ ASTENGKİRİN

Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ku yek name jî ji aliyê muwekîlên wan ve negihîştiye wan û diyar kirin ku aqûbeta nameyên di nava 3 mehan de ji Îmraliyê re hatine şandin ne diyar e. Parêzeran anî ziman ku di derbarê mafê axaftina bi telefonê de jî tu pêşketin çênebûye.

Dİ 12 SAL Û NÎVAN DE TENÊ 5 HEVDÎTİNÊN PARÊZERAN!

Di serlêdanê de parêzeran diyar kirin ku Abdullah Ocalan di 12 sal û nîvan de bi giştî 5 caran bi parêzeran re hevdîtin kiriye û ji sala 2014’an û vir ve tenê 5 hevdîtina bi malbatê re kirine û ji 7’ê Tebaxê û vir ve destûr nayê dayin ku hevdîtina parêzeran pêk were. 2019’an û ji 3’ê Adara 2020’an û vir ve serdana malbatan jî nayê kirin.  Parêzeran di serlêdanên xwe de der barê muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de jî gotin, "Ji serê sala 2015'an û vir ve nikarin bi parêzerekî xwe re hevdîtinê bikin.  Di nava 7 salan de birêz Konar û Aktaş tenê 3 hevdîtinên malbatê, birêz Yildirim jî tenê 2 hevdîtinên malbatê kirine. Ji serdana malbatê ya 3'ê Adara 2020'an vir ve ti mafên serdanê nehatine dayîn. 

HİNCETA NEBÛNA HEVDÎTİNÊ 'CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ YE!

Di serlêdanê de parêzeran diyar kirin ku ji 14’ê Îlona 2018’an û vir ve hevdîtinên bi malbat û wasiyan re bi awayekî sîstematîk tên astengkirin, her ji sê mehan carekê herî kêm 18 “cezayên dîsîplînê” tên dubarekirin û wiha gotin: “Herî dawî 3 meh cezayê dîsîplînê hat dayîn. Tevî îtîraza me jî ev cezayê dîsîplînê di 19'ê Cotmeha 2023'an de di encama redkirina îtîraza Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê de bi dawî bû. Tevî ku cezayê disîplînê di 19'ê Çileya 2024'an de bi dawî dibe jî, 10 roj in serlêdanên malbatê nayên bersivandin û hevdîtina bi malbatê re nayê kirin." Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ku hemû cezyên dîsplînê tu têkiliya wan bi hiqûqê nîne û biryarên siyasî ne.

Parêzeran di serlêdanên xwe de bi bîr xistin ku li gel qedexeya ji aliyê Serozgeriya Bursayê û gitîgeha Îmraliyê hevdîtina muwekîlêwan bi parêzerên wî re jî ji bo 6 mehan ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve jî bi biryaran hatiye qedexekirin. 

Jİ SERLÊDANÊN ERDHEJÊ RE JÎ BERSİV NEHAT DAYÎN

Di serlêdanê de parêzeran diyar kirin ku piştî erdhejên di 6’ê sibata 2023’an de li navenda Mereşê qewimîn ji 6’ê sibatê heta 17’ê sibatê her roj ji bo hevdîtina parêzer û malbatê serlêdan kirine û diyar kirin ku ji van re jî yek bersiv nehat dayîn. Parêzeran diyar kirin ku wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane û gotin ku serlêdanên wan hêj didomin. Parêzeran diyarkirin ku wan piştî erdheja li Gemlikê di 4'ê kanûna 2023'yna de pêk hatiye jî ji bo rewşa muwekîlên xwe hîn bibin serlêdan kirin lê serlêdana wan bê bersiv mane.

Parêzeran diyar kirin ku erdhejên navborî di nav malbatên muwekîlên wan û raya giştî ya demokratîk de fikar çêkirine û wiha got: “Ji ber vê yekê li Girtîgeha Girava Îmraliyê li hember xetera erdhej û tsunamiyê divê tedbîrên pêwîst bên girtin.

GREVÊN BİRÇÎBÛNÊ

Parêzeran bi bîr xist ku di 27’ê Mijdara 2023’an de li zêdetirî 100 girtîgehên Tirkiyeyê di encama nebûna agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê û berdewamkirina polîtîkayên xitimandinê  yên li ser pirsgirêka Kurd de grevên birçîbûnê yên dorveger hatin destpêkirin û ev tişt gotin: “Li şûna ku ev daxwazên demokratîk û hiqûqî li ber çavan bên girtin, hatiye dîtin ku cezayên dîsîplînê hatine birîn. Nayê zanîn ku grevên birçîbûnê yên ku heta niha demkî ne ger derbarê daxwazan de gav neyên avêtin dê veguherin çalakiyeke bi çi rengî ne diyar e. Lê belê weke ku berê jî hatiye dîtin, ger daxwaz neyên bicihanîn, dê çalakî derbasî qonaxeke din bibe. Ji ber vê divê tişta pêwist bê kirin.

ERKA CPT'Ê HAT BİBÎRXİSTİN

Di berdewamiya serîlêdanê de wiha hat gotin, "Berdêla herî kêm bi binpêkirinên sîstematîk beriya niha hatiye derbaskirin û di şert û mercên nelirêtiyê de ev 34 meh in sînorê tundiyê derketiye asteke cuda" û pêkanîn û binpêkirinên hatine kirin. li Îmraliyê derketine lutkeyê. Parêzeran der barê berpirsyariyên CPT’ê de ev tişt gotin: “Wekî ku di raporên me yên berê de jî bi berfirehî hate ravekirin, Komîteya we ji pêkanînên li Îmraliyê agahdar e.  Erka komîteyê ye ku cezayê tê dayîn û muameleya xirab ku tê kirin asteng bike.

Jİ BO HELWESTEKÊ BANG BİKİN

Di berdewamiya serîlêdanê de ev tişt hat gotin "(…) Her çend berpirsiyariya lêpirsîna bi bandor, zelal û hilberîner ji hêla berpirsiyarên hiqûqa navxweyî ve neyê bicîhanîn jî, em bawer dikin ku divê Komîteya we niha nêzîkatiyek zelal û bi bandor nîşan bide. Pêwîst e ku pêbawerî di pratîkê de û hem jî di teoriyê de pêk bê. Ev ji bo qedexekirina tam a îşkenceyê pêdivîyek eşkere ye."

DAXWAZ HATİN RÊZKİRİN

Di serlêdanê de parêzeran diyar kirin ku divê CPT ji dayîna peyamên zelal ên li hemberî îşkenceyê dûr nekeve û di vê çarçoveyê de ji CPT'yê xwestin ku raporên xwe yên der barê serdanên xwe yên dawî de eşkere bike û serdaneke nû li Îmraliyê bike.

PARÊZERAN DAXWAZÊN XWE WİHA RÊZ KİRİN:

*Divê şert û mercên girtîgehê yên heyî li gorî rûmeta mirovan bên sererastikirin,

*Ji bo dabînkirin û parastina têkiliyên xwe yên bi cîhana derve re, bi taybetî serdanên parêzer û malbatê, ji bo bicihanîna hemû mafên ragihandinê û bidawîkirina qedexeyên neqanûnî yên sîstematîk, hemû însiyatîfên pêwîst bigirin.

*Ji serdana we ya 22'ê Îlona 2022'an û vir ve şert û mercên niha yên li Îmraliyê di nava nezelaliyê de ne. Li gorî vê nediyariyê û hemû geşedanên giştî em daxwaz dikin ku heyeta we careke din biçe Girtîgeha Girava Îmraliyê."