Di êrişên Helebê de welatiyek din şehîd bû, yek din jî birîndar bû

Di êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê de welatiyek din şehîd bû û yek din jî birîndar bû.

Di êrişên Helebê de welatiyek din şehîd bû, yek din jî birîndar bû
8 ÇILE, 2026   19:22
HELEB

Komên çete yên dewleta Tirk ên di hikumeta demkî ya Sûriyeyê de li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên bajarê Helebê de welatî Elî Nehro Elî (26) şehîd bû û Ebdullah Reşîd Mihemed (50) salî birîndar bû.

Piştî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê hewlên ketina taxên Helebê têk birin, komên çete bi dijwarî van taxan topbaran dikin.

(fr)