Di êrişên dewlata Tirk de keçek 15 salî birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker bajarê Şêrewa û Şera ê Efrîn û derdora bajarokê Til Rifatê topbaran kir. Di encamê de keçek 15 salî ye birîndar bû.

Di êrişên dewlata Tirk de keçek 15 salî birîndar bû
9 tebax, 2024   11:42
NAVENDA NÛÇEAYN

Dewlata Tirk li xeta Şêrewa gundê Meyasê, derdora gundê Bircqasê, Soxanekê, Bênê, derdora gundê Ziyaretê, Dêr Jimêl, derdora Kampa Şehba ku li Kiştearê ye, Tinib, Kiştear, her wiha xeta Şera; Şêwarxa, Merenaz, Malikiyê, Elqamiyê, Til Rifat û derdora gundê Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê topbaran kirin. 

Di encama topbarana li ser Kampa Şehbayê ya li Şêrawayê zaroka bi navê Lîlav Elî Bekir a 15 salî birîndar bû.