HRE`yê darbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan

HRE`yê bersiv dan êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî eniya Şera ya kantona Efrîn û Şehbayê û hatin kuştin û birîndar bûn.

HRE`yê darbên giran li çeteyên dewleta Tirk a dagirker dan
9 tebax 2024   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibê saet di 5:00`an de êriş gundên li eniya Şera ya kantona Efrîn û Şehbayê kirin. Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bersiva êrişan da û di encamê de şer derket.

Heman çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker jî li hember berxwedana HRE`yê gundê Ziyaret ê bajarokê Şêrawa û dora Kampa Veger, Bênê, Tineb, gundê Şewarxe, Merenaz û Malikiye yê bajarê Şera topbaran kirin.

(şx)