Hêzên hikumeta Şamê merasîma oxirkirinê jî topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê merasîma oxirkirina şehîdên komkujiya li rojhilatê Dêrazorê, topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê merasîma oxirkirinê jî topbaran kir
9 tebax 2024   11:44
DÊRAZOR

Dema şêniyan cenazeyên malbata ku endamên wê tevda di topbarana çekdarên "Dîfa Watanî" yên hikumeta Şamê de şehîd bûne li goristana gundê Dehle oxir dikirin ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin topbarankirin.

Çekdarên "Dîfa Watanî" yên girêdayî hikumeta Şamê vê sibê li gundê Dehlê û Cidêd Begara komkujiyek li dijî şêniyan pêk anîn ku di encamê de 11 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Çekdarên Dîfa Watanî duh piştî nîvê şevê saet di 2:30`an de, ji baregehên xwe yên li gundê El Bû Lêl ê li rojhilatê berava Firatê her du gund bi moşekan topbaran kirin. Hemû moşek bi ser serê welatiyan de bariyan.

(şx)