Banga tevlêbûna meşa ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin

Ji bo tevlîbûna meşa azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku dê sibe li bajarê Qamişlo were lidarxistin, bangewazî hate kirin.

Banga tevlêbûna meşa ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin
24 hezîran, 2025   12:40
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li avahiya Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo bi amadebûna endamên her du însiyatîfan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed û bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo û Hevseroka Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo Hêvî Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo ku banga xwe bighînin raya giştî dengê xwe bighînin cîhanê, ew ê sibe (25`ê Hezîranê) bi daxwaza “Azadî ji bo Rêber Apo” meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar bixin.

Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna meşê bang li xelkê herêmê, endamên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser a Demokratîk û rûspiyan hate kirin.

Meş saet 18:00`an ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê dike.

(ekib)

ANHA