Di êrişeke çeteyên DAIŞ'ê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin

Wezareta Hundirîn a Iraqê ragihand ku di êrişeke çeteyên DAIŞ'ê de li Kerkûkê, 7 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin û birîndar bûn. Berî çend rojan Washington û Bexdayê ragihand ku erkê leşkerî yê li dijî DAIŞ'ê yê bi serperiştiya Amerîkayê dê bi Îlona 2025'an re bi dawî bibe.

Di êrişeke çeteyên DAIŞ'ê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin
2 cotmeh, 2024   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Hundirîn a Iraqê ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê kemînek ji komeke îstixbaratê ya Lîwa 42 ya Firqeya 11'an a artêşa Iraqê re çêkir, di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 3 din bi sivikî birîndar bûn.

Bexdayê di dawiya 2017'an de têkbirina DAIŞ'ê li Iraqê ragihand. Lê belê hîn jî şaneyên wê li gelek deveran çalak in û hêzên ewlekariyê hedef digirin.

 Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî çend rojan Washington û Bexdayê ragihand ku erkê leşkerî yê li dijî DAIŞ'ê yê bi serperiştiya Amerîkayê dê bi Îlona 2025'an re bi dawî bibe û piştre ew ê hevkariyên ewlekarî yên dualî pêk bînin.

(mh)