Medyaya Erebî bandorên şerê bi Îranê re bi siberoja rêveberiya Trump ve girêda

Medyaya Erebî li ser bandorên hilbijartinên Dewletên Yekbûyî (DYA) yên Amerkîkayê û şerê bi Îranê re nivîsîn û destnîşan kirin ku "şer bûye barek Amerîkiyan," û ku "bijareya leşkerî" ji ber ku danûstandin têk diçin, derdikevin pêş.

Medyaya Erebî bandorên şerê bi Îranê re bi siberoja rêveberiya Trump ve girêda
4 mijdar, 2026   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên navîn ên DYA`ê û bandorên wan li ser siberoja siyaseta derve ya Washingtonê, digel îhtîmala pevçûna leşkerî ya nû di navbera DYA`ê û Îranê de û bandorên wê li ser welatên herêmê, îro di rojeva medyaya Erebî de bû.

HILBIJARTINÊN NAVÎN ÊN AMERÎKÎ Û BANDORÊN WAN LI SER SIYASETA DERVE.

Rojnameya Independent Arabia gotarek bi sernavê "Hilbijartinên Navîn ên Amerîkî û Sînorên Mandata Serokatiyê" weşand, ku tê de têkiliya di navbera encamên hilbijartinê û siberoja rêveberiya Trump de hate nirxandin û nîşan da ku hilbijartin ji pêşbaziya di navbera namzedan de derbas dibin û bûne ceribandinek ji bo polîtîkayên ku ji hêla Qesra Spî ve têne meşandin.

Rojnameya Lubnanî El Axbar gotarek bi sernavê "Îran di dilê hilbijartinan de ye: Nefreta şer Trump dişopîne" weşand, ku encamên hilbijartinên navîn bi şerê Amerîka bi Îranê re û bandorên wê yên aborî li ser dengdêrên Amerîkî ve girêdide.

Bi heman awayî, rojnameya Lubnanî El Şerq El Ewset gotarek bi sernavê "Hilbijartinên Navîn: Şerek ji bo Siberoja Siyaseta Derve ya Amerîkî" weşand, ku bandorên hevsengiyên hêzê yên nû di nav Kongreyê de li ser siyaseta Amerîkî ya li hember Îran, Ukrayna û Îsraîlê nîqaş kir.

RÛBIRÛBÛNA AMERÎKÎ-ÎRANÎ: DI NAVBERA DANÛSTANDINAN Û ÎHTÎMALA ZÊDEBÛNA RAGEŞIYÊ DE

Rojnameya Misrî El Ahram gotarek bi sernavê "Şerê Îranê: Di navbera Xetereyên Zêdebûna Rageşiyê û Derfetên Çareseriyê de" weşand, ku tê de rageşiya di navbera kesên ku ji bo ji nû ve destpêkirina operasyonên leşkerî li dijî Îranê û kesên ku ji bo kêmkirina rageşiyê û çareseriyek siyasî dixebitin, nîqaş kir.

Di gotarê de hat gotin ku herêm şahidiya "regeşiyeke tund di navbera hêzên ku piştgirîya zêdebûna çalakiyên leşkerî li dijî Îranê û yên ku banga kêmkirina aloziyê û çareseriyeke aştiyane ji bo şer dikin" dike û hat destnîşankirin ku ev cudahî derî ji bo navbeynkarên herêmî vedike da ku danûstandinan ber bi rêkeftinekê ve bibin ku pevçûnê bi dawî bike.

Rojnameya Lubnanî El Axbar gotarek bi sernavê "Ji Axaftina Vala ya Dîplomatîk Tu Ard Nabe: Gelo Şerekî Sêyemîn Li Ber Çavan e?" weşand ku dîroka têkiliyên Amerîkî-Îranî û rêça pevçûna heyî di piştî hewldanên navbeynkariyê yên rawestiyayî û destpêşxeriyên navneteweyî yên ku armanc dikin ku zêdebûna aloziyê kontrol bikin, lêkolîn kir.

Gotar her wiha li ser zêdebûna aloziyên leşkerî û helwestên her du aliyan di derbarê şertên danûstandinê de, ji ber nakokiyên berdewam ên li ser mijarên siyasî, leşkerî û herêmî û tirsên ji pevçûnek berfirehtir, sekinî.

Bi heman awayî, rojnameya Siûdî El Cezîre gotarek bi sernavê "Trump Li Defên Şer Dide... û Rojhilata Navîn Li Ber Pevçûnek Mezin e" weşand.

Di gotarê de hat gotin ku "her ku danûstandin aloztir bibin, îhtîmala ku vebijarka leşkerî were nirxandin zêdetir dibe", ku ev yek nîşan dide ku Washington hewl dide ku ji Tehranê tawîzên stratejîk bistîne, di heman demê de Tehran hewl dide ku di nav gefên hevbeş ên berdewam de bandora xwe biparêze.

(k)

ANHA