Di êrişa Pakistanê ya li Efganistanê de 10 kes hatin kuştin

Berdevkê Talîbanê ragihand ku li parêzgeha Xostê ya Efganistanê di encama êrişa hewayî ya artêşa Pakistanê de herî kêm 9 zarok û jinekê mirine.

Di êrişa Pakistanê ya li Efganistanê de 10 kes hatin kuştin
25 mijdar, 2025   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Talîbanê Zebîhula Mucahîd ragihand di encama êrişek li parêzgeha Xostê ya Efganistanê de, 10 kes mirine. Li gorî Mucahîd êriş li navçeya Gurbuzê ya Xostê nîvê şevê li ser maleke sivîlan hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya Mucahîd, di êrişê de avahiyeke welatiyê sivîl ê bi navê Wîlayet Xan hatiye hedefgirtin û 5 kur, 4 keç û jinekê jiyana xwe ji dest dane.

Di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku Pakistanê li parêzgehên Kunar û Paktîkayê jî operasyonên hevşêwe kirine û li wan herêman 4 sivîl birîndar bûne.