Şerê Rûsya û Ukraynayê: 4 kuştî, 15 birîndar

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de 4 kes hatine kuştin û 15 kes birîndar bûne.

Şerê Rûsya û Ukraynayê: 4 kuştî, 15 birîndar
25 mijdar, 2025   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dewam dike.

Rayedarên Ukraynayê gotin, li Kîevê êrişeke mezin a bi mûşek û dronan hatiye kirin û di encamê de kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn. Wezareta Enerjiyê jî ragihand ku li binesaziya girîng hatiye xistin û ev yek bû sedema qutbûna av û elektrîkê li hin deveran.

Rûsyayê jî ragihand ku Ukraynayê êrişên berfireh li ser herêmên başûr, di nav de Taganrog û Neklinovsky dane destpêkirin, di encamê de 3 kes mirin û 8 kes birîndar bûn.

Waliyê herêma Krasnodar got, li dijî herêmê "êrişa herî mezin a ji destpêka şer ve" hatiye kirin, di encamê de hin kes birîndar bûn û bi dehan mal bi zerar bûn.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî şeva borî 247 dronên Ukraynayê xistine xwarê,

Li gorî daxuyaniya wezaretê ku li ser Telegramê hatiye weşandin, 116 dron li ser Deryaya Reş, 76 li Krasnodar, 23 li Kirimê û 16 li herêma Rostovê hatine xistin.

Girêdayê mijarê, Moskov pêşniyarên Ewropayê yên guhertina palana 28 xalan a rawestandina şer ku ji aliyê serokê DYA’yê Donald Turmp ve hatiye pêşkêşkirin, red kir.

Şêwirmendê dîplomatîk ê serokê Rûsyayê got, plana Ewropayê neavaker e. Di heman demê de çavkaniyên rojavayî aşkera kirin ku Amerîka di civînek awarte ya li Cinêvê de zextê li Kîevê kiriye ku planê qebûl bike.

(bb)