Li Sûriyeyê di 16 rojan de 13 sivîl hatin kuştin

Li Sûriyeyê di 16 rojan de ji ber teqîna mayîn û bermahiyên şer 3 jê zarok, 13 sivîl hatin kuştin.

Li Sûriyeyê di 16 rojan de 13 sivîl hatin kuştin
16 îlon, 2025   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand di destpêka Îlona 2025ˊan de di encama teqîna mayîn û bermahiyên şer de 3 jê zarok 13 sivîl hatine kuştin.

SOHR’ê der barê bûyerê de diyar kir ku li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de 3 jê zarok 11 kes hatin kuştin û 10 jê zarok 15 kes jî birîndar bûn. SOHR’ê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji ber heman sedemê 2 mêr hatin kuştin û yek din birîndar bû.

Li gorî daneyên SOHR’ê, ji 8’ê Kanûna 2024’an heya niha di encama teqîna bermahiyên şer de, 168 jê zarok û 42 jê jin, bi giştî 615 sivîl hatin kuştin. 293 zarok û 21 jin di nav de 668 kes birîndar bûne.

(bb)