Di êrişa li Sîdekanê de ciwanek şehîd bû

CPT’yê ragihand ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de ku piştî nîvro li dijî gundê Mêrge Hewş ê li herêma Sîdekanê pêk anî, ciwanek şehîd bû.

Di êrişa li Sîdekanê de ciwanek şehîd bû
3 îlon, 2024   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêma Sîdekanê daxuyanî da.

Kameran Osman diyar kir ku êriş îro saet di 16:15’an de pêk hatiye û ciwanê bi navê Bedî Kemal Mihemed  ê di sala 1995’an de ji dayik bûye, şehîd bûye.